Êrişên artêşa Tirk ên bi konsepta êrişên dagirkeriyê û qirkirinê li Metîna, Zap û Avaşînê hatin destpêkirin, ji 19’ê Nîsana 2021’ê û vir ve dewam dikin.
Rojane bi çekên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî, droneyên bombebarkirî, balafirên şer, SÎHA êrişên xwe dewam dike.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî bi çalakiyan bersivê didin êrişan.
Artêşa Tirk a dagirker di 22, 23 û 24’ê Hezîranê de wesayitên zirxî, cebilxane û leşker veguhest navçeya Amediyê ya Dihokê û nehiya Kanî Masî.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, artêşa Tirk a dagirker şeva 24’ê Hezîranê bi dehan leşkerên bi çek avêtin ser gundê Kestê yê li nehiya Kanî Masî û nasnameya gundiyan kontrol kirin.
Li gorî agahiyan artêşa Tirk a dagirker ev yek di çarçoveya lêgerîna li herêmê kiriye.
Li aliyê din hate ragihandin ku leşkerên Tirk ji baregeha leşkerî a li girê jorê gundê Kestê xwe berdane nava gund.
Ji bo artêşa Tirk a dagirker li ser girê gundê Kestê baregehekê çêbike, PDK’ê meha Gulanê makîneyên kar derbasî herêmê kiribû û ji bo artêşa Tirk a dagirker baregeheke nû ava kiribû.
Li herêmên ku hefteya dawî êrişên dagirkeriyê û qirkeriyê zêde bûne, artêşa Tirk a dagirker li gundan bendên kontrolê daniye.
Nasnameya gundiyên ji bendên kontrolê derbas dibin kontrol dikin.
Di dîmenên li ser platformên medya dîjîtal de ku gundiyan parve kirine, tê dîtin ku leşkerên Tirk nasnameya xelkê Başûrê Kurdistanê kontrol dikin.
Têkildarî mijarê hikumeta herêmê hîn jî daxuyaniyek nedaye.
Hejmara xwe ya zelal neyê zanîn jî tê texmînkirin ku artêşa Tirk a dagirker bi alîkarî û piştevaniya PDK’ê heta niha 120 baregehên leşkerî ava kiriye.
Li gel vê yekê artêşa Tirk a dagirker bi 35 kîlometreyan ketiye nava xaka Başûrê Kurdistanê.