21 Hezîranê li bejahiya Elkê ya herêma Şirnexê bi artêşa Tirk a dagirker re şerekê giran qewimî.
Piştre herêm bi dijwarî hate bombardûman kirin.
Di vî şerîde hejmarek gerîllayên azadiyê Kurdistanê şehîd bûn.
Yek ji wan şehîdan jî Basrî Cin bi nasnav Brûsk Kato bû.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê piştî hefteyekî şevêdin radestî malbatawî hate kirin.
Malbat ji bo ku cenazeyê kurê xwe veşêrin birin navçeya Silopiya ya Şirnexê.
Li vir jî piştî wecibeyên olî hatin pêk anîn, cenaze bi tevlibûna gelek kesan li Goristana Taxa Ofîsê ya navçeya Silopiyayê hate veşartin.
Hejayî bi bîr xistinê ye ku Gerîlayên HPG’ê Sefer Temel bi nasnav Rustem Çekdar Kato û Yilmaz Sala bi nasnav Kamûran Gever jî 21’ê Hezîranê di şerê li navçeya Şirnexê Elkê de şehîd bûbûn.
Cenazeyê şehîd Yilmaz Sala li gundê Hirmînê yê navçeya Colemêrgê Geverê.
Û cenazeyê şehîd Sefer Temel jî li gundê Sêtkar ê navçeya Şirnexê Elkê hat veşartin.
Her wiha cenazeyê gerîlayê HPG’ê Dilsoz Rojhilat ku di heman şerî de şehîd bû hîna li Nexweşxaneya Şirnexê tê ragirtin.