Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD’ê jî li dijî tcerîde di nav tevgeredeye.

Şaxa komelayan yên Wan, Amed, Enqere berî niha serî li baroyan dabu.

Vê care jî Şaxa OHD’a Rihayê ji bo ku agahî ji Rêber APO û girtiyên cem wî bê girtin serî li Baroya Rihayê dan.

OHD’ê piştî serlêdanê li ber avahiya baroyê daxuyanî da.

Hevserokê OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke bi bîr xist ku hezar û 300 parêzeran ji bo hevdîtina malbat û parêzeran li Îmraliyê bê kirin serî li Wezareta Dadê dane û got:

Lê belê heta niha ji wezaretê bersivek erênî yan neyînî nehatiye dayîn.

Me îro dîsa bi heman xwestekan serî li Baroya Rihayê da û me daxwaznameya xwe radestî baroyê kir.