Li gor agahiyên ji çavkaniyeke taybet, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Metîna li dijî leşkerên artêşa Tirk ya dagirker çalakiyên bibandor lidar xistin.

Di encamê de gelek leşkerên dagirker hatin kuştin û artêşa Tirk termên leşkerên xwe bi rêya Helîkoptran dibe Colemêrgê.

Herwiha li gor heman çavkaniyê artêşa Tirk a dagirker ku derbên giran ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dixwe, termên leşkerên xwe bi rêya helikopter û ambûlansan vediguhêze nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê.

Derbarê operasyonên dagirkeriyê li herêma Metîna, HPG’ê ragihand ku gerîlayan di 23 û 24’ê Hezîranê de bi çekên giran li dagirkeran daye û konteynerên dagirkeran rûxandine.