Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê nerazîbûn û nobetên edaletê dewam dikin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad -TJA, Besra Îşsever li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û got;
Qeyûmê tasyinkirî li dijî sîstema hevserokatiyê ye. Li dijî nûnertiya jinê û ji holê rakirina destketiyên jinan e.
Desthilatdariya AKPê, şaredariyên ku qeyûman tayîn dike weke qadeke polîtîk bi kar tîne. Gelek mînak hene: Li Şaredariya Peyasê ya Amedê, dema qeyum hate tayin kirin, Komeleya Jinê ya Ceren, radestî TURGEV’ê kir.
Li Şaredariya Farqinê jî, dema qeyum hate tayin kirin, Navenda Piştevaniya Jinê ya MEYA kirin Navenda Piştevaniya Malbatê û serokê baskê ciwanên AKPyî kirin serokê wê.
Li Şaredariya Şirnexê jî, dema qeyumê xespkar tayin kirin, midûriyetên jinê yên li Şirnex, Cizîr û Silopiyayê girtin û radestî baskê Jinan ya AKP’ê kirin. Ew sazî jî kirin qûrsên Quranê û dirûtinê.
Besra Îşsever got; Eger demokrasî û edalet hebe, piştî girtina Şardarên Colmêrgê, diviyabê Viyan Tekçe weke hevşaredarê Colemrêgê dest bikar bike. Prosedur û riya qanunî ev e.
Lê desthilatdarî li Kurdistanê îradeya gel tune dihesibîne Prosedur û qanun tune hesibandin û walî weke qeyum tayin kirin. Ev yek nayê qebûlkirin.
Hevserokatî ji bo me xeta sor e û em dest jê bernedin. Bi nasnameya xwe, bi nûneriya xwe em ê destketiyên xwe biparêzin.