Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed, di 25’ê Cotmeha 2023an de, dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatiye revandin.

Rojnamevan Silmên Ehmed, 246 rojan li cihekî ku nayê zanîn hate girtin û tu agahî jê ne hate girtin.

Piştî 211 rojan, parêzeran di 22ê Gulanê de dikaribûn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin.

Parêzer Beşdar Hesen, destnîşan kir ku wan parêznameya Silêman Ehmed girtiye û piştre serdana dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Duhokê kirin û got;

Heta niha tu tohmet li ser Silêman Ehmed ne hatine tespîtkirin. Em bi hêvî ne ku werê berdan.

Parêzer Hesen herî dawî got; Dadgeha Sûc, hejmar 1, ya Duhokê wê di 30’ê Hezîranê de, danişîna yekemîn ya Silêman Ehmed pêkbîne.