Zeyneb Kinaci-Zîlan, di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersîmê li dijî dewleta Tirk a dagirker çalakiya fedayî pêk anî.
Sema Yuce jî, di 21’ê Adarê de li zindana Çanakkale agir berda bedena xwe û di 17’ê Hezîranê de şehîd bû
Li Helebê, li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ji bo Şehîd Zîlan û Sema Yuce, çalekiyên bîranînê hatin pêkanîn.
Merasima bîranînê, li Meclisa Şehîd Cengîz ya taxa Eşrefiye hate pêkanîn.
Piştî rêzgirtinê, sînevîzyona li ser têkoşîna her du şehîdan hate temaşe kirin.
Piştre nameyên Zîlan û Sema Yuce ku li pey xwe hiştibûn hatin xwendin.
Kongra Star jî, ji bo bîranîna şehîd Zîlan li kampa Serdemê ya koçberan a Kantona Efrîn-Şehbayê semînerek da.
Di semînerêd e, endama Kongra Star Henîfe Mihemed axaftinek kir û bal kişand ser têkoşîna Zîlan.
Zeyneb Kinaci Zîlan li başûrê Kurdistanê