Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 1’ê Çile 2020, ÇARŞEMÎ
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Îro Roja destpêkê ya sala 2020 ye, ez jî li ser navê hemû hevalên navenda nûçeyan û hemû xebatkarên radyoya dengê welat, sersala we pîroz dikin û hêviya azadiya gelê Kurd û Gelên bindest ên Rojhilata Navîn, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan, salake bêyî êrîşên qirkirin û tûnekirinê û saleke bi azadiya hemû girtiyên ji ber ramanên xwe di zîndanên faşîzmê de ne, dikin….

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Walîtiyên Tirk yên li Bakurê Kurdistanê, Doh li Şirnexê 15 herêm ji ketin û derketinê re qedexe kirin.

&- Platforma “Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin” ragihand ku di sala 2019’an de 474 jin hatine kuştin.

&- Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen, bi rewşenbîr û rûspiyên Ereb re civiya û banga xwedî derketina li hêzên QSD kir û got, divê hemû gelên herêmê li dijî hêzên dagirker têkoşînê bikin.

&- Tîmên Operasyona Taybet yên QSD’ê, di encama operasyonek de hucreyeke veşartî ya DAÎŞÊ girtin.

&- Înstîyatîfa Zarokên Agir bîlancoya xwe ya çalakiyan a mehekê eşkere kir.