Murat Karayilan ji Radyoya Dengê Gel re axivî û çalakiya Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan nirxand.
Karayilan, bal kişande ser şerên di hefteya dawî de li herêmên Bakurê Kurdistanê çêbûn û got;
Li gorî agahiyan, li deverên Glidax, Mawa û Pîrosa şehadetên me çêbûne.
Di şexsê hevrê Şexmûs, Axîn û Şervan de hemû şehîdên xwe bibîrtînin.
Bila gumana tu kesî nebe, em ê tola şehîdên xwe hilînin û xeyalên wan bi serketinê tacîdar bikin.
Karayilan destnîşan kir ku Hevrê Şexmûs hevalekî ku 33 salan e di nava Tevgera Azadiyê de têkoşînê kir û wuha berdewam kir:
“Ew keseyetek mînak bû.
Bi taybetî ji aliyê fedakarî, wêrekî, dilsoziya bi xeta Rêber Apo re, welatparêziya kûr û ruhê hevrêtiyê ve hevalekî pir hêja û xwedî kedekê mezin bû.
Hevriyên me Fermandar Axîn Gabar û Şervan Botan jî, zêdeyî 10 salan di nava tevgerê de têkoşînê dikin û Îmze avêtin bin gelek destanan.
Hevrê Brusk Kato û hevalên me yên pê re, li Mawa şehîd bûn.
Hevrê Bêrîtan Kerboran jî şehîd bûye.
Hin ji hevriyên me jî bi birîndarî dîl hatine gitin.
Bi kurtasî berxwedana ku ji 18’ê Hezîranê ve dewam dike berxwedaneke pir mezin e.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, bi berfirehî tecrîda giran a li ser rêber Apo jî nirxand û wuha dibê je:
Di bingeha Pergala Îmraliyê de pirsgirêka Kurd û siyaseta mêtînkariya Tirk li dijî gelê Kurd heye.
Siyaseta înkar, tunekirin û qirkirinê heye.
Rêber Apo gelê Kurd û doza azadiya Kurd, Jinên azadîxwaz û nirxên demokratîk temsîl dike.
Ji ber vê yekê bi nêzîkatiyên dijmirovî û êşkenceyên psîkolojîk nêzî Rêber Apo dibin.
40 meh in tu agahî jê nayê girtin.
Ev doz ne doza kesekî ye, doza gelê Kurd e.
Li aliyê din; ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirsin.
Rêber Apo li dijî mêtîngerî û modernîteya kapîtalîst temsîliya modernîteya demokratîk dike û paradîgmaya wê bi pêş xistiye.
Ji ber vê yekê CPT dirust nêz nabe û ev siyaseta li Îmraliyê tê meşandin rewa dike.
Lewma siyaseta ku li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de tê meşandin, li dijî gelê Kurd tê meşandin, siyaseteke kûrewî ye.
Divê em vê siyaseta qirêj rast bixwînin û li gorî wê jî têkoşînê mezin bikin.