Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk de daxuyanî da û wiha got.
Li herêma Metînayê;
Gerîlayan li qada berxwedanê ya Dêrgelê 24’ê hezîranê bi şêwazê sevkaniyê çalakî pêkhat, dagirkerek hat cezakirin.
25’ê hezîranê jî li heman qadê 25’ê hezîranê 3 çalakî kirin.
Çalakiyek bi çekên nîv ferdî û otomatîk pêkhat, 2 kon îmhabûn.
2 çalakî jî bi çekên giran pêkhat.
Gerîlayan li Dêrgelê 26’ê hezîranê jî 3 çalakî li darxistin.
Gerîlayan danê nîvro bi çekên giran çalakî pêkanîn.
Hêzên YJA Starê jî bi şêwazê sekvaniyê çalakî kirin, dagirkerek cezakirin.
Berbi êvarî jî çalakiyek pêkhat, di vê çalakiya sekvanî de dagirkerek hat cezakirin.
Gerîlayan heman rojê li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî li hemberî çeperek, konek û kozika BKC ya dijmin çalakî kirin, 4 dagirker cezakirin, çeperek û çeka nîv otomatîk a BKC îmhakirin.
Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
Gerîlayan 25’ê hezîranê 3 çalakî kirin.
Gerîlayan li qada berxwedanê ya girê Cûdî bi şêwazê sekvaniyê li hemberî dagirkerê dixwest kamera mobese bi cih bike, çalakî kirin, dagirker hat cezakirin.
Gerîlayên YJA Starê jî heman rojê li girê Amediyê projektora dagirkeran îmhakirin.
Li girê Amediyê jî bi çekên giran çalakî pêkhat.
26’ê hezîranê jî gerîlayan 6 çalakî li darxistin.
Li Girê Amediyê di çalakiyê de, derb li çepera dijmin ket, her wiha kameraya mobese ya dijmin hat îmhakirin.
Gerîlayên YJA starê jî li girê Amediyê bi şêwazê sekvaniyê kamera mobese ya dijmin îmhakirin
Li heman qadê bi çekên giran çalakî pêk derb li çepera dijmin ket.
Gerîlayan 2 kamerayên mobese yên dijmin imhakirin.
Derbarê êrişên dijmin ên bi teqemeniyên qedexe de jî HPG’ê wiha got:
25 û 26’ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Her wiha
25 û 26’ê Hezîranê li herêma Xakurkê qadên Kendekola, Goşînê, Girê Rostî, Berbizina, Şehîd Şerîf, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Garê qadên Xêrê, Sêdarê, Girê Zengilê, Zêvkê, Girê 5 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bazê, Bêşîlî, Serê Metîna 5 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran; bi giştî 21 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”