Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 1’ê TEMMUZÊ 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Rayedarên Dewleta Tirk, serlêdana Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din yên li Imralî red kirin û hevdîtina wna bi xizmên wan re asteng kirin.
&- Hevserokê Konseya Rêveber ya KCKÊ Cemil Bayik di beşê 3mîn yê nirxandina xwe de dibêje: Encama ji hilbijartina Stembolê derkete holê, destpêka pêvejoyeke nû ya siyasî ye.
&- Navenda Ragihandina HPGê, diyar kir ku, hêzên Gerilla li Colemêr, Şirnex, Botan û Avaşin rêze çalekî pêkanîn, fermanderekî payebilind û fermandarekî din jî di nav de, 11 leşker û kontrayekî taybet hatin kuştin.
&- Hêzên Artêşa Tirki ya dagirker, Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, li Çiyayê Bagokê û li Şirnexê herêma Cûdî operasyon da dest pêkirin.
Li Colemêrg û Dêrsimê jî qedexeya derketina derve hate îlankirin.
&- Çalakgerên Mertalên Zindî li Bradostê bi daxuyaniyekê komkujiya Kortekê û helwesta hikumeta Başûr şermezar kirin.
&- Milîsên Tolhildanê yên Yekgirtiya Gelan çalakiya sabotajê ya li Muxlayê girte ser xwe.
&- Li gundê Alya yê navçeya Serêkaniyê ji ber şewata ku gihişte malekê du jin û zarokek jiyana xwe ji dest dan.