Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 7’ê Çile 2020, SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Fermandariya Eyaleta Heftanînê ya HPGê diyar kir heta daxuyaniyeke duyemîn, nêçîrvanî li herêmê hatiye rawestandin.
&- Hêzên Gerîlla, li Îdîrê darbeyek li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker dan û herî kêm leşkerek hate kuştin.
&- Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rojda Amed, 3 şoreşgerên jin ku li Parîsê hatin şehîd kirin bi bîranîn û got: Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve ji nava me çû bin, lê bi hezaran Sara, Leyla û Fîdan derketin holê.
&- Endama Desteya Rêveber a Civaka Demokratîk Foza Yusuf, li ser aloziya navbera Iran û Emerîka got: eger pêşî li aloziyê neyê girtin wê bandorê li tevahiya herêmê bike.
&- Tevgera Jinên Kurd a Fransa, ji bo tevlîbûna meşa li dijî Qetlîama Parîsê banga tevlîbûnê kirin.
&- Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir, “Berpirsyarê komkujiya 9’ê Çileyê MÎT a Tirk, rêveberî û hikumeta AKP’ê bûn.”
&- Yek ji Fermandarên HPGê Serhat Patnos , Pêngava Şehîd Rizgar Gever û Şehîd Medya Mawa ya li Herêma Botanê nîrxand û got, Gerîla di sala 2019’an de derbên mezin li artêşa Tirk xist.