Ji Navenda Nûçan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 1’ê TEBAX 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….

&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmrali, îro jî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku biçin Imralî û hevdîtina bi muwkeîlên xwe re pêkbînin.

&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, diyar kir ku tecrîd ranebûye, wek berê dewam dike.

&- Komîteya Navendî ya PKK’ê, bi daxuyaniyekê weşanên K24’ê û êrîşa li dijî Hevseroka Konseya Rêveber ya KCK’ê Besê Hozat û Endamê Konseya Rêveber ya PKK’ê Dûran Kalkan şermezar kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, dagirkeriya dewle Tirk a li Kurdistanê û fermana 3’ê Tebaxê ya li Şengalê nirxand.

&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li navçeya Amed Çinar û Lîcê oparasyon dane dest pê kirin.

&- Navenda Ragihandina HPGê, diyar kir ku hêzên Gerîlla li herêma Xakûrkê li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, çalekî pêkanîne.