Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 8’ê Çile 2020, ÇARŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Gerîlayên azadiyê diyar kirin ku ‘operasyona pençe’ ya artêşa Tirk hate têkbirin û bi zimanekî hevebeş gotin: “Artêşa Tirk ya dagirker, di operasyona “Pençe” de têk çû, kete nava pençeyên Gerîla û derbeyên giran xwar.”
&- Koma Jinên Kurdistan KJK, di salvegera 7’an a Komkujiya Parîsê de şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anî.
&- Endama Komîteya Şehîdan a PJAK’ê Avesta Herekol, ji bo komploya Parîsê got: Tovên azadiyê yên bi destê Sakîne Cansiz hate çandin, îro bûye sembola azadî û berxwedanê.”
&- Gerîla TV dîmenê du çalakiyên li Heftanînê û Xakurkê weşand.
&- Îranê ragihand, ji bo bersivdana kuştina Qasim Silêmanî wan, li Iraqê êriş biriye ser baregeheke hewayî ya Emerîka.