Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 1’ê Mijdarê 2019 SÊŞEM

Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Hêzê Artêşa Tirk ya dagirker pêr li li Çiyayê Cudî, herêma Hesana û Kêra, operasyon dane dest pê kirin. Operasyona artêşa Tirk a dagirker li bejahiya Sêrt Dihê, bi beşdariya tîmên kontra berdewam dike.

&- Navenda Ragihandina HPGê, 3 Gerillayên ku li Mêrdînê di şerê li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker de tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bûne bibîranîn.

&- Selahattîn Erdem, çûyîna Erdogan ya Emerîka nirxand û got: Li Emerîka hêviyên Erdogan şikestin û sertewandî vegeriya.

&- Desteya Ewlekariya Netewî ya Tirk MGK doh li hev kom bû.

&- Rejîma faşîst a AKPê, ji 25 girtiyên ku sûrgûnî Girtîgeha Tîpa L a Espiye hatin kirin, 3 jê kirin hucre ye.