Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 1ê Cotmehê 2020 PÊNCŞÊM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Yûsûf Erdogan diyar kir ku girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin.

&- Wezîrê Fransî yê Karûbarê Ewropayê Clemnet Boone, bang li Ewropayê kir ku helwestên ciddî li dijî dewleta Tirk nîşan bidin.

&- Hevserokê Konseya Karê Derve yê Rêveberiya Xweser Dr. Abdulkerîm Omer îdîaya ku Elmanya daxwaza radestkirina 25 jinên DAÎŞ’î û zarokên wan kirine û wan jî red kiriye, derewand.

&- Nûnerên 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê wê bi rojeva Tirkiyê îro li hev bicivin.

&- Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan ya Sûriye-SOHR, ragihand ku Tirkiyê 850 çete û leşkerên paramilîter şandina Azerbaycanê.