Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 28’ê Çile 2020, SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend nûçeyên me…

&- Hevseroka Konseya Rêveber ya KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku desthilatdariya AKPê/MHPê koalisyona kontrgerilla ye.

&-Ji Fermandarên YRK’ê Rizgar Welat, destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêber Apo, tecrîd kirina gelê Kurd û Kurdistanê ye.

&- Li Parîsê, bikaranîna çekên kîmyawî û qedexekirî yên dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê, bi belgeyan ji rayagiştî re hate eşkere kirin.

&- Piştî windabûna Gulîstan Dokû, polîtîkaya ji bo tunekirina çanda Dersimê car din kete rojevê.

&- Di erdehja li Xarpêtê de hejmara miriyan bû 41 û alîkariya HDP’ê ya ji bo gel jî, ji aliyê polîs û cendermeyan ve tê astengkirin.

&- Arîkarê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî got, desthilatdariya AKPê, di erdhejê de cihê kariyê dike.