Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 29’ê Çile 2020, ÇARŞEM
Li Amedê saet 16.00 li Brûkselê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Qonaxa dawî ya di hûqûqa Belçîkayê de bi dawî bû, dadgeha Bilind ya Belçîka, doh bîryara dîrokî ya têkildarî PKKê eşkere kir û got; PKK, NE rêxistineke terorîst e, ji bo azadiya gelê xwe têkoşîne dike.

&- Navenda Ragihandina HPGê destnîşan kir ku Artêşa Tirk ya dagirker, bi awayekî zanebûn, sivîlên herêmê hedef digire.

&- Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî, got: Em zextên Tirkiyê yên li ser mafên mirovan qebûl nakin.

&- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Hozat, di beşê duyemîn yê nirxandina xwe de got: Tifaqa Kurd-Ereb ji bo demokratîkbûna herêmê ging e.

&- 2 keştiyên şer û keştiyeke din yên Tirkiyê, , îro, berê sibehî gihîştin peravên Terablusê û leşkerên Tirk, tank û erebeyên leşkerî danîn xaka Lîbyayê.