Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 30’ê Çile 2020, PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Serokdewletê Emerîka Donald Trump, têkildarî çareseriya navbera Îsraîl û Fîlîstinê de, plana “Peymana Sedsalê” eşkere kir.
&- Artêşa Tirk a dagirker, li Çiyayê Gabarê dest bi operasyoneke leşkerî kir.
&- Qedexeya li herêmên bejahî yên navçeyên Şirnex, Cizîr, Sîlopî, Qileban, Basan û Bêtûşebabê hate dirêjkirin.
&- Çalakvanê siyasî û hiqûqnasê Iraqî Esad El-Abadî destnîşan kir ku, rêxistinên navdewletî çavên xwe li doza azadiya Birêz Ocalan girtine
&- Bi fermana Erdogan, parlamena Tirkiyê qanuna hêzên paramilîter amade kir û artêşek ji gizîran, nobedarên ku wek bekçî têne binav kirin avakirin.