Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 2’ê Îlon 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.

&- Di mitingên 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya cîhanê de, li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, li her derê banga: Pêdiviya Tirkiyê bi aştiyê heye hate kirin.

&- Welatiyên li Şirnexê diyar kir ku li herêmên Şirnexê tîmên taybet ên artêşa Tirk, kincên gerîlla li xwe dikin û li herêmê digerin.

&- Yekîneyek ji Tevgera Ciwanên Şoreşger, li dijî şûbeya PTTê ya Tirk çalakî lidar xist.

&-1’ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê li Mexmûr, Ranya û Silêmaniyê çalakiyên cûr bi cûr hatin pirozkirin.

&- Endamê Tevgera Azadî Îdrîs Selîm ku ji aliyê PDKê ve hatiye girtin, 34 roj e di greva birçîbûnê de ye

&- QSD, li gelemperiya Bakûr û Rojhilatê Suriyê, pergala xwe ya parastinê, bi rengê meclîsên leşkerî bi rêxistin dike.

&- Çalakiya Dayîkên Aştiyê li ber derê asayîşa PDK’ê dewam dike

&- Vegera ser xaka Şengalê berdewame, di nava çend rojên dawî de 7 malbatên ji gundê Werdiyê ya serbi Şengalê ji kampên penaberan ên Başûrê Kurdistanê vegeriyan ser gundê xwe.