Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 2ê Nîsanê 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00, li Brûkselê 13.00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê, pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me.

&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, îro, 803emîn car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.

&- Girtiya li Girtîgeha Jinan ya Şakranê, Tîpê T, Yonca Akincî bû 6emîn şehîda li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan.

&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 146an.

&- Şandeya Malbatên girtiyên di berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan de, çûne Enqerê û dixwazin bi Wezareta Dadê rê hevdîtinê bikin.

&- Parêzera mafên mirovan Margaret Owen li dijî tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd, dest bi greva birçîbûnê kir.

&- Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên di greva birçîbûna li dijî Tecrîdê ne, wê îro, li Parlementoya Swêdê were nîqaşkirin.

&- Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 16 girtiyên ji doza PeJAK’ê, li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê

&- Çalakiya li Efrînê ku 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, Hêzên Rizgariya Efrînê girte ser xwe.

&- Heyeta ku ji bo çavdêriya hilbijartinê ji Îtalyayê hat da zanîn ku hilbijartin bi zext û zoriyan dest pê kir