Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 4’ê SIBAT 2020, SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….

&- Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Tekoşer li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê, li zanîngeha Silêmanî pirtûkên Ocalan belav kirin.

&- Li Batmanê li bejahiya herêma Sasonê artêşa Tirk a dagirker, operasyoneke leşkerî da desptêkirin.

&- Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî çeteyên Artêşa Tirk ya dagirker çalekî pêkanîn, 5 çete hatin kuştin.

&- Bi dehan herêm û bi sedan gir û tepeyên li navçeyên Betlîs Norşîn, Mutkî, Xîzan, Tatwan û navendê ji bo salekê ji ketin û derketina welatiyan re hatin qedexekirin.

&- Li Girtîgeha Skenderûnê Tîpe T, gardiyan xwe weke dewletê bi nav dikin.

&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku Di serdema heyî de li dinyayê bêedaletî, bêwijdanî, newekhevî, exlaq û nirxên civakî û têkiliyên mirovî di asteke bilind de xera bûne û got, huner û hunermend divê li dijî vê yekê xwedî seknekê bin.

&- Dewleta Tirk, piştî êrîşa hêzên Rejîma Suriye û kuştina leşkerên Tirk li Idlibê, hejmara leşkerên xwe yên li Idlibê zêde kirin.