Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 2ê GULAN, 2019 PÊNŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me…
&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, îro jibo hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan.
&- 15 dîlên azadiyê, 3 roj in, di çarçoveya “tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin”, de dest bi “rojiya mirinê” kirine.
&- Berxwedana dîrokî ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, li welat û derveyî welat, dewam dike.
&- Komîteya Rêveberiya PKK’ê, ji fermandarên Gerîla yê efsanewî Mehmet Karasûngûr, hevrêyên wî Azad Sîser û Çekdar Amed ên 2ê Gulana 2016an de şehîd bûne, bi bîranîn.
&- Li Bakûrê Kurdistanê çalakiyuên Gerilla dewam dikin û Piştî Amedê, li Idirê jî 5 leşker hatin kuştin û 2 helîkopter ji aliyê gerîlla ve darbe xwarin.
&- Eşîrên Ereb yên li Sûriye wê sibe bi pêşengiya Meclîsa Suriyeya Demokratîk MSD’ê li Eyn Îsa werin cem hev.