Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 5’ê SIBAT 2020, ÇARŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me..
&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, got, Rêber Apo, 21 sal e li dijî komployê têdikoşe û paradîgma ku Rêber Apo di bin vê zilm û zorê de pêşkêş kir, îro bandorê li tevahiya mirovahiyê dike.
&- Rûspiyên êlên Ereb ên bajarê Tebqayê û gundewarên wê banga azadiya Ocalan kirin.
&- Yekîneyên Tolhildanê bi daxuyaniyekê, çalekiyên ku ji bo salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li Amed, Wan û Stenbolê kirine agahî dane.
&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, li pişt êrîşa li ser Mexmûrê de dewleta Tirk heye
&- Konferansa Kurd ya Navneteweyî ya 16’emîn, li Parlamena Ewropa, îro dest pê kir.
&- Şandeya KNK’ê, doh çû serdana Wargehê penaberan ya Şehîd Rustem Cudî-Mexmurê.