Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 6’ê SIBAT 2020, PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel -NPG bi daxûyaniyekê Ji Fermandarên HPGê Şehîd Alî Piling bibîranî.
&- Parlementera HDP Ayşe Surucu, derbarê yekitiyê de diyar kir ku divê ji yekitiya neteweyî herî zêde jinên kurd pêşengtiyê bikin û peywîrê hildin ser milê xwe.
&- Navenda Ragihandina QSDê, ragihand ku encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, di nava heftiyekê de 2 şervanên wan şehîd bûne û 5 çete hatine kuştin.
&- Li navçeya Colemerg Çelê di baregeheke Tirk teqînek çêbû. Ji ber teqîna ku artêşa Tirk îdîa dike qezaye, leşkerek mir.
&- Derket holê ku Aşûta ku li navçeya Wan Miksê çêbû, Şêwirmenda Serokkomarê Tirkiyê Gûlşen Orhan bûye sebep, hejmara miriyên karesatê jî derket 39an.