&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa bidin û daxwaz bikin ku biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.

&- Navenda Ragihandina HPGê, diyar kir ku hêzên Gerilla li Gabarê li dijî hêzên Artêşas Tirk ya dagirker çalekî pêkanîn, leşkerek hate kuştin, 3 trimbêl jî hatin darbekirin.

&- Operasyona ku Hêzên Artêşa Tirki ya dagirker, li Çiyayê Bagokê û li herêma Çemçê ya Qers Qaxizmanê dabû dest pê kirin. Berdewam dike. Li Colemêrg û Dêrsimê jî qedexeya derketina derve dewam dike.

&- Li paytexta Îngîltere Londonê 16’emîn Festîvala Jinan Ya Zîlan û Anna hate pêkanîn.

&- PDK li ser daxwaza Tirkiyê bi riya çend kesayetan li herêma Behdînan û Bradsotê dest bi avakirina sîstemekî nû ya çetewarî kiriye.

&- Serokên baroyên bajarên herêmê li Dersimê civiyan û diyar kirin ku dema çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye.