Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 2’ê Mijdarê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Endamê Komîteya Gel û Baweriyan Cîhan Eren, got; Faşîzm dijminê hemû Kurdan e. Ew ne tenê bakur; başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê jî wekî parçeyek ji Mîsakî Mîllî dibîne.
&- Navenda Ragihandina HPGê destnîşan kir ku hêzên Gerilla di çarçoveya Hamleya Serketinê ya Şoreşgerî de darbeyên giran li hêzên Artêşa Tirk dan û di encamê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.
&- Hêzê Artêşa Tirk ya dagirker pêr li li Çiyayê Cudî, herêma Hesana û Kêra operasyon dane dest pê kirin, li Colemêrgê operasyona ku artêşa Tirk a dagirker berî demekê dabû destpêkirin, berdewam dike.
&- Waliyê Tirk, Li Şirnexê di çarçoveya kiryarên rejîma faşîzmê de, çalakiyên civakî ji bo 15 rojan qedexe kir.
&- Li girtîgeha Tîpa T ya Rihayê, 19 girtiyên cezayê xwe qedandine, nayên berdan.
&- Endamekî hucreya girêdayî îstixbarata Tirk; MÎTê, di dema hewl dida êrîş bike, ji aliyê Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê ya Mibicê ve hate kuştin.
&- Rewşenbîr û nivîskarê kurd Keremê Anqosî, doh li bajarê Tiflîsê yê Gurcistanê di 81 saliya xwe de koça xwe ya dawî kir.