Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 11’ê SIBAT 2020, SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê diyar kir ku, mercên dewamkirina tecrîdê lawaz bûne û got: Em ê, têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo xurt bikin!
&- Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Dûran Kalkan, diyar kir ku, sala 22yan ya Konmloya Navnetewî wê bibe sala pengava berfireh ya Berxwedanê.
&- Hêzên Gerîlla li Heftanînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî pêkanîn.
&- Koordînasyona KJK’ê, ji bo Habîbe Çîftçî peyama sersaxiyê weşand û got: Tevgera me ya azadiya jinên Kurd, bi saya lehengên şehîd, weke Habîbe Çîftçî xurt bû, sînor derbas kirin û li cihanê wek pêşeng derketiye holê.
&-Li Mersînê, di oparasyona qirkirina sîyasî de, 12 ciwan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
&- Pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar, diyar kir ku Tirkiye li Idlibê asê maye û nikare şerê bi Sûriyeyê re bide ber çavan.