Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 19’ê SIBAT 2020, ÇARŞEM

Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku rejîma faşîst a AKP û MHP, bi zextan hewil dide pêşiya HDPê ya ji bo gelan bûye hêvî, bigire û got, rêya azadiya civakê bi têkbirina pergala Îmraliyê re derbas dibe.

&- Ji fermandarên HPG’ê Rodî Roj destnîşan kir ku, ew bi biryar in tecrîd û komploya navdewletî parçe bikin.

&- Walîtiya Tirk a dagirker, li Sêrtê qedexeya li gelek herêmên ku berî demekê weke herêmên leşkerî ragihandibû 15 rojên din dirêj kir.

&- Însîyatîfa Zarokên Agir, li Stenbol û Edenê çalakî lidar xistin û di encamê de keştiyek, otobûsek û febrîqeyek şewitandin.

&- QSD’ê ragihand ku di êrîşa çeteyan de, li gundên Til Temirê, 4 çete hatine kuştin.

&- Polîsên Tirk doh sibehî avêtin ser mala Rojnamevan Hakki Boltan û ew destgîrkirin.