Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 20’ê SIBAT 2020, PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel Rizgar Êrsî, di Sterk TV de axivî û got: Dem dema têkoşîna li dijî tecrîdê ye.
&-Hozana Kurd Parîsa Seyfî, 11 Roj in li Girtîgiha Sînê di Grava birçibûnê de ye.
&- Hevserokê Med TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, pêwîste hemû rêxistinên civakî yên sîvîl giraniyê bidin ser vê yekê.
&- Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen da zanîn ku polîtîkayên dewletê yên li dijî ziman û çanda Kurdan ji dîrokê heta roja îro berdewam dike û ji malbatên Kurd xwest ku zarokên xwe bi çanda Kurdewarî mezin bikin.
&- Bi nêzîkbûna hilbijartinên dema 11’an a Parlementoya Îranê re, banga boykotkirina Hilbijartinê jî berdewam dike.