Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 24ê SIBAT 2020, DUŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Hêzên Parastina Gel HPGê, gerîlla Agît, Arnos, Canfeda, Harûnû Zagros ku li Heftanînê şehîd bûn, bi bîr anîn.
&- Kongreya HDPê doh bi dawî bû û Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wek Hevserokên Giştî yên HDPê hatin hilbijartin. .
&- PYD di qonaxeke hesas ya dîrokî ya Sûriyê û Rojhilata Navîn de, kongreya xwe ya 8`emîn de pêktîne.
&- Însîyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan 12 leşkerên Tirk ên dagirker bi rêbazên cûda, nexweş kirine.
&- Baroya Amedê, bi munasebata Roja Zimanê Dayikê, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî panelek li dar xist.