Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 25ê SIBAT 2020, SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend ser nûçeyên me.
&- Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, derbarê tecrîda li Îmraliyê de serî li CPTê dan û bang li CPTê e kirin ku encamên serdana xwe ya 2019’an eşkere bike.
&- KCK’ê derbarê erdheja li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Xoyê de daxuyanî da û got :”Bêyî li benda dewletê bin, divê gelê me û saziyên civakî alîkariyê bidin mexdûrên erdhejê.
&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû tevlî bernameya ûlkeden a televîzyona Medya Haberê bû û roja cîhanî ya zimanê dayîkê pîroz kir; Kurd û zimanê Kurdî wekî şaneya mirovatiyê pênase kir.
&- Hêzên Rizgariya Efrînê HRE, ragihand ku hêzên wan, li navçeya Şêrawa, li nêzî gundê Birc Heyder, li dijî hêzzn Artêşa Tirk ya dagirker çalekiya sabotajê pêkanîn, 2 leşker hatin kuştin.
&- Hunermendên Kurd ji bo xatirê yekîtiya neteweyî li paytexta Swêd Stockholmê konserek dan.
&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên wê, doh gundên Şêrawa topbaran kirin û jina bi navê Emîna Mansûr Omer şehîd kirin.