Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 26ê SIBAT 2020, ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Girtiyên PAJK’ê yên li Girtîgiha Gebzêyê, bi daxîyanîyêkî komplaya navnêtêweyî û tecrît şermezar kirin.
&- Navenda Ragihandina HPGê, diyar kir ku hêzên Gerilla di Pengava Şorşgerî ya Şehit Bager û Şehit Ronya de, li Xakurê, Girê Şehîd Axîn li leşkerên Artêşa Tirk dan, 8 leşker hatin kuştin.
&- Girtiyê siyasî Bayram Sevgîn, li Girtîgeha Bunyan ya Kayserî tê girtin û ji ber êşkenceya lê dikin, 5 roj in ketiye rojiya mirinê.
&-Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad TJA, diyar kirin ku ew ê, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Îstasyonê bi mitîngekê pîroz bikin.
&- Li Amedê, qeyûmên xespkar û talanger, 2 hezar û 328 karkerên endamên Sendîkaya Genel-ÎŞ’ê ji kar derxistine.
&- Li Swisre, bajarê Cinevê, wê îro, civînek derbarê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de werê pêkanîn.