Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me..

&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û &-Hevserokatiya KJK’ê, got, heta ku parêzer neçin Imraliyê û raya giştî neyê agahdar kirin, divê gelê Kurd û dostên wan kolan û qadan bernedin.

&-Li girtîgeha Sîlîvrî û Bûrsayê û Li Girtîgeha Bakirkoyê binpêkirinên mafê mirovan zêde dibin.

&- Leşkerên Artêşa Tirk ên dagirker ên li Îdlîbê, doh ji aliyê Rûsya û Artêşa Rejîma Suriyê ve darbeyên giran xwar, herî kêm 113 leşkerên Tirk hatin kuştin.

&- Hevserokên HDP’ê yên Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyat Ceylan li ser nexşerê û stratejiya HDPê axivîn û diyar kirin ku, HDP bi plan û stratejiya xwe cihê çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyê ye.

&- Rêveberiya Emerîka, piştî şerê li Sûriye û kuştina leşkerên Artêşa Tirk, bang li Tirkiyê kir ku dest ji sîstema parastina hewayî ya Rûsya S-400 berde.