Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 3ê Adar, 2021ê, ÇARŞEM
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Serlêdana parêzerên Rêber Ocalan û girtiyên din ên Îmraliyê disa hate redkirin.

&- Artêşa Tirk a dagirker li Şirnexê dest bi tevgereke leşkerî kiribû, tevgera leşkerî ya li herêmê berdewam dike.

&- Li Amedê di encama çalakiyeke mîlîsên KBDHê de polîsek hate kuştin

&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, bal kişand ser armanca dewleta Tirk a êrişa li Garê û got, “Rejîma Faşîst a AKP/MHP’ê, ji bo rê li ber têkçûna rejîma xwe bigire êrişî Garê kir.”

&- Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Xalîde Engîzek, bang li jinên Kurd û cîhanê kir ku bi dirûşmeya ‘dema azadiyê ye’ qadan bixemilînin.