Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 12ê Nîsanê 2019 ÎN,
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13.00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê dawiyê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me…
&- Rayedarên dewleta Tirk îro jî, 806mîn serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kiirin.
&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, di roja 156mîn de dewam dike.
&- Komek ji aktîvîstên Elmanî, li paytext Berlînê, ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêber Ocalan û ji bo piştgiriya berxwedêrên di greva birçîbûnê de, dest bi greva birçîbûnê kirin.
&- HDP’ê, ji bo 5 navçeyên ku HDP lê bi serketiye û bi lîstikên qirêj dixwazin şaredariyê bidin AKPê, dixwaz ku hilbijartin li vir werin betal kirin û ji nû de hilbijartin çêbibe.
&- Di civîna Parlamenta Neteweyên Yekbûyî IPU de, li Qatarê, dema tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana bi hezaran Kurdî li dijî tecrîdê û zexta li ser gelê Kurd ketin rojevê, delegasyona Tirk ji salon derket.
&- Grevên birçîbûna li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, kete rojeva Parlemena Brîtanya.
&- Li Yenanîstanê, bajarê Lavrîon, di dema çalakiya Kurdan ya li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan de, ajokarekî wesayîta xwe ajote ser çalakgeran.