Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 4ê ADARê 2020, ÇARŞEM
Li Amedê saet 16:00 li Brûkselê 14:00

Guhdarên hêja emê nûçeyên dawî pêşkêş bikin.

&- Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, doh çûne Îmralî û hevdîtina bi xizmên xwe re pêkanîn.

Piştî şewata li Girava Imralî ku gelê Kurd li welat û derveyî welat rabû ser piyan, rayedarên dewleta Tirk, mecbur man ku desturê bidin malbatan.

Buroya Hiquq ya Sedsalê, li ser medya civakî daxuyaniyek da û got: Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan,

Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û Xwişka Veysî Aktaş Sabiha Aslan, doh, çûne Girava Imralî û bi xizmên xwe re hevdîtin pêkanîn.

Piştî hevdîtinê, malbat bêyî ku daxuyaniyekê bidin çûne Stembolê.

Tê Payîn ku Buroya Hiquq ya sedsalê encama hevdîtina malbatan, rewşa tendurîstî û ewlekaiya Rêber Ocalan û girtiyên din yên li Giravê û mesaja Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêvejoyê, bi raya giştî re parvebikin.