Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 3 Gulan 2021 DUŞEMÎ
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike niha jî çend sernûçeyên me…

&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Raziye Ozturk ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

&- Endama OHD’ê Şaxê Wanê Mehtap Işik bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got, parêzeran di nava 10 salan de 942 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê tenê 5 heb hatin qebûlkirin.

&- Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Andok Zagros ragihand ku li taxa Xaçortê ya Wanê di 28-29’ê Nîsanê de çalakî lidar xistiye.

&- Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li leşkerên Tirk ên dagirker ên li ser Girê Zendûra yê Metînayê xistin.

&- Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekî şehîdên meha gulanê bibîranin.