Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 3’ê HEZÎRANÊ 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena me ya rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Rayedarên Dewleta Tirk, di hefteya bûrî de jî, her du serlêdanên Parêzerên Rêber Ocalan û girtiyên din yên li Imralî bê bersiv hiştin û hevdîtina li Imralîyê asteng kirin.

&- Di encama çalakiyên gerîlla yên li Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa dagirker de, 11 leşker hatin kuştin.

&- Navenda Ragihandina HPGê dazanîn ku gerilayên HPG/YJA-Sarê, di dagirkeriya Xakurkê de jî bersivên dijwar û bi bandor dide hêzên Artêşa Tirk, 9 leşker hatin kuştin.

&- Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Bahoz Erdal bal kişand ser taktîk û şerê gerîla yê nû û got; artêşa Tirk wê li Xakûrkê berdeleke giran bide.

&- Dewleta Tirk ya dagirker, li gel êrîşên dagirkeriyê, hewl dide ku li Başûrê Kurdistanê komên çete yên paramîlîter ava bike.

&- Li Ezazê ku di bin dagirkeriya Tirk de ye, teqîneke mezin çêbû, herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest da, 20 kes jî birîndar bûne.