Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 3’ê Îlon’ê 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.

&- Li dijî hewldanên Artêşa Tirk ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê, Gerilayên Kurdistanê berxwedanek dîrokî dikin û desturê nadin ku gavekê pêşbikevin.

&- Di encama çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de 16 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.

&- Li bakûrê Kurdistan Şirnex û herêmên Derya Spî Osmaniyeyê operasyonên dagirkirinê dewam dike.

&- Di serî de li paytexta Kurdistan Amed, Mêrdîn, Wan û gelek bajarên derveyî welat, li dijî dagirkirina Şaredarî û Vîna gel, berxwedana gel bi çalakiyan dewam dike.

&- Hevşaredarên HDP’ê Ahmet Turk, Selçuk Mizrakli û Bedia Özgökçe Ertan li dijî biryara tayinkirina qeyûm, serî li dadgehên îdarî dan.

&- Çalakiya Dayîkên Aştiyê li ber derê asayîşa PDK’ê dewam dike