Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 10ê ADARê 2020, SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, diyar kir ku, “Nêzîkatiya li Rêber Apo polîtîk e. Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîne li dijî qirkirinê ye.”

&-Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, li ser mesaja dawî ya Rêber Ocalan got; lingê sêyemîn, tevgera siyasî ya Kurd û HDP ye.

&- Navenda Ragihandina HPGê destnîşan kir ku hêzên Gerilla di şerê li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker de, li Agiriyê darbeyek mezin li Artêşa Tirk xistin, 79 leşker hatin kuştin.

&- Şaredariyên Îtalya ku welatîbûna rûmetê dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zext û zora dewleta Tirk şermezar kirin.

&- Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, doh ji aliyê dadgeha AKPê ve, hate darizandin û şandeya Dadgehê bi biryarek skandalî ew bi 9 sal û nîvan ceza kir.

&-Siyasetmedar Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel careke din derketin pêşberî dadgehê û dîsa nehatin berdan.