Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 11ê ADARê 2020, ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku jina Kurd îro ji cîhanê re pêşengiyê dike û got; Rêber Apo azadiya gelan di azadiyê jinê de dît.
&- Fermandariya Sewq û Îdarê ya Bakûr, ji ber çalakiya li Agiriyê ya serketî ya di 2ê Adarê de, Fermandar û şervanên ku di çalakiyê de cîh girtine pîroz kirin.
&- Operasyona ku Artêşa Tirk a dagirker li Amed û Çewlikê dabû destpêkirin, bi dawî bû.
&- Konseya Rêveber ya KNK’ê, bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku, têkildarî ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Mehmet Beşîksîz bi hestên Kurdistanî tevbigere.