Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 17ê ADARê 2020, SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê des tpê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&-Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Newroz li gelê Kurd û dostên gelê Kurd pîroz kir û bang li her kesî kir ku, di sala 2020’an de têkoşîna li dijî tecrîdê xurttir bikin, faşîzmê hilweşînin û demokrasî sazkar bikin.

&- Serokê Duyemîn yê Komeleya Hiquqnasên Hemdem ÇHD’ê Umît Buyukdag, diyar kir ku, dozger û dadger li gor fermanan tevdigerin

&- Komîteya Tenduristiyê ya KCK, li hemberî belavbûna vîrûsa koronayê got, bêyî panîk divê tevdîr were stendin

&- Parlamentera HDP’ê û aktîvîsta TJA’yê Dr. Semra Guzel li dijî vîrûsa Koronayê got, rîska herî zêde li girtîgehan heye, divê girtiyên zarok û girtiyên bi zarok bê berdan.