Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 19ê ADARê 2020, PENCŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me..
&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên Imralî, îro, wê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa bidin û daxwaz bikin ku, sibê biçin Îmralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re bikin.
&- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser tecrîdkirina 22 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ev yek ne tenê pirsgirêka PKK’ê ye, pirsgirêka gelê Kurdistanê ye.
&- Endamê Buroya Hiqûq ya Sedsalê û Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, diyar kir ku banga Rêber Ocalan banga seferberiya demokrasî ye.
&- Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cudî- Mexmûrê, zêdetirî 8 mehe dibin dorpêça hêzên çekdar yên PDKê de ye û ji sedema ambargoyê derman nemaye.
&- Şervanê enternasyonalîst ê YPG’î Lorenzo Orsettî bi nasnav Têkoşer Piling di salvegera şehadeta xwe de li ser medya civakî û li şaneşînên malan hate bîranîn.