Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 20ê ADARê 2020, IN
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Hêzên Gerîlla li Bazîdê li dijî leşkerên artêşa dagirker a Tirk çalakî pêkanîn, Fermandarê Tepe hate kuştin.
&- Komîteya Rêveber a PKK’ê, Kongra Gel, Navenda Parastina Gel NPGê, YJA-Star, Kongra Netewî ya Kurdistan KNK û Tevgera Jinên Kurdistan ên li Ewropayê TJK-E peyama pîrozbahiya Newrozê weşandin û ji gelê Kurd xwestin ku bi tedbîrên li dijî xetereya corona, li hemû deveran û bi awayekî herî berfireh Newrozê pîroz bikin.
&- Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr diyar kir ku ew ê xwedî li kevneşopiya Newrozê derkevin.
&- Li Şengalê li dijî vîrusa Koronayê komîsyona hevbeş hat avakirin
&- Li Tirkiyê li gorî daxûyaniyên Wezîrê Tendûrûstiyê, hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin gihişt 359’an.