Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 25ê ADARê 2020, ÇARŞEM
li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, lê pêşî çend sernûçeyên me…

&- Rayedarên dewleta Tirk, îro jî bersiv nedane serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imrali û hevdîtina parêzeran bi muwekîlê wan re asteng kirin.

&- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mezinbûna bajaran weke penceşêrbûnê binav dike û dibêje: Bajarên xwedî şêniyên ji milyonî heta dixwaze bigihîje 25 milyonî, dînîtî û hovîtî ye.

&- Hêzên Gerîlla li Heftanînê li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalakî kirin, e leşkerek hate kuştin.

&- Dewleta Elmanya, bi rejîma Erdogan re kar dike û li dijî Tevgera Azadiya Kurd, siyaseta çavtirsandinê û krîmînalîzekirinê didomîne.

&- Dadgeha Tirk, Hevşaredarê Gêlê Mustafa Akkul, bi behaneya “Endametiya rêxistinê” girt, şaredarên Farqînê û Licê jî bi cezayê li malê ceza kirin.