Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 26ê ADARê 2020, PÊNÇŞEM
li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- KCK’ê diyar kir ku AKP-MHP weke vîruseke dijminê gelan û kurdan e û got: divê gel rêxistinbûyîna xwe û têkoşîna xwe li dijî wê xurt bike û vê vîrûsê ji nava xwe biavêje..
&- Navenda Ragihandina HPGê destnîşan kir ku Gerilayên YJA Starê, li Haftanînê li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker dan, leşkerek hate kuştin.
&- Li Şirnexê di encama şerê di navbêra hêzên Gerîlla û Artêşa Tirk de 3 leşkerên Tirk yên dagirker birîndar bûn.
&- Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir wê HDP qebûl neke ku kujer, diz û tecawizkar werin berdan û got: Divê di serî de girtiyên siyasî hemû girtî werin berdan.
&- Li Amedê kesên bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketin zêde bûn.
&- 50 hezar kesî, daxwaz kir ku girtiyên siyasî werin berdan.