Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 27ê ADARê 2020, ÎN
li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Rayedarên dewleta Tirk, îro jî, bersiv nedane parêzerên Rêberê Gelê Kued Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imrali û hevdîtina parêzeran bi muwekîlê wan re asteng kirin.
&- Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê peyamek da û bang kir, ku her kes li dijî mêtingeriyê li dora şehîdên berxwedanê kom bibe.
&- Navenda Ragihandina HPG’ê, diyar kir ku li haftaninê 4 leşkerên Artêşa Tirk ya dagirker hatin kuştin.
&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, piştî operasyona li navçeya Amed Licê, li navçeya Pasurê jî operasyon da dets pê kirin û operasyona li Nisêbînê heêrma Bagokê jî dewam dike.
&- Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye banga alîkariya kir.