Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 1ê NÎSAN 2020, ÇARŞEM
li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Guhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, pêşî çend sernûçeyên me.
&- Rayedarên Dewleta Tirkiyê, bersiv nedana malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imrali û hevdîtina li Imralî astang dikin.
&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo rojbûna 71’emîn ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û got: Ji bo azadiya Rêber Apo em têkoşînê mezin bikin.
&- Rêber Apo di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê de, balê dikişîne ser talûkeyên îro û çareseriyê nîşan dide.
&- Îro, 12mîn salvegera şehadeta derhêner, rojnamevan, nivîskar û Gerilla Halîl Dag e.
&- Kongreya Civaka Demokratîk-KCD, têkildarî kampanyaya îmzeyan ya li dijî cihkariya qanuna înfazê daxuyaniyek da û got: Civak hiqûqa cihêkar û qanuna infazê ya cihêkar qebûl nake
&- 30 rêxistinên Ewropî, bang li Tirkiyê û desthilatdariya AKPê kirin ku girtiyan ji ber vîrûsa Covîd-19’ê di rewşek metirsînî de nehêlin û teva berdin.