Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 2ê NÎSAN 2020, PÊNCŞEM
li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Guhdarên hêja emê bêltena xwe pêşkêş bikin, di destpêkê de çend sernêçeyên me.
&- Rayedarên Dewleta Tirkiyê, bersiv nedana malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imrali û hevdîtina li Imralî astang dikin.
&- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 4ê Nîsanê de dikevê 71 saliya xwe û gelê Kurd daxwaza berdana Rêber Apo dike.
&- Navenda Ragihandina HPGê, destnîşan kir ku, di Hamleya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê dewam dikê de, di 31ê Adarê de, Gerilla Sema Koçer çalekiya fedayî kir:
&- Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê xistin karantînayê
&- Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê diyar kir, “Bi tevdîrên kêm û xemsar, nabe ku em xwe û civaka xwe li hemberî vîrûsa kujer bêparastin bihêlin.
&- Bi sedan rojnamevan, nivîskar, hunermend, akademisyen, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan, li dijî qanuna înfazê daxuyaniyek hevpar dan û gotin Dibe ku sibe dereng be.